Pistî fermana Pûtîn wezareta rûsî çeka atomî li ser malpera xwe pêsan da

28 February 2022 01:19 0 dîtin
Pistî fermana Pûtîn wezareta rûsî çeka atomî li ser malpera xwe pêsan da

PeyamaKurd - Wezareta Bergiriya Rûsyayê piştî fermana amadebaşiyê ya bo çekên nukleerî, li ser malpera xwe ya fermî çeka atomî pêşan da.

Malpera Wezareta Bergiriya Rûsyayê, piştî fermana îro Yekşemê ya Pûtîn ku gef li welatên cîhanê yên piştevaniya Ûkraynayê dikin xwar, hejmarek çekên atomî pêşan da.

Herwiha wezaretê li ber wan dîmenên çekên atomî jî got, ew di dema bersivdana her dijminkariyeke li dijî Rûsya û hevpeymanên wê de, çeka atomî bi kar tînin.

Wezaretê diyar kiriye hêza nukleerî ya Rûsyayê ji hêzên moşekî yên stratejîk pêk tê.