Orban pistî Zelenskiy bi Pûtîn re jî civiya: YEyê bertek nîsan da
PeyamaKurd – Serokwezîrê Macaristanê Viktor Orban, piştî serdana 2yê Tîrmehê ya nişka ya Kîevê û hevdîtina ligel Serokwê Ukrayna Volodimir Zelenskiy, îro 5ê Tîrmehê jî serdana Moskowê kir û bi Serokê Rûsya Vladimîr Pûtîn re civiya.
Serokwezîrê Macaristanê Viktor Orban, bi gotina wî, van serdanan di çarçoveya ‘misyona aştiyê’ de pêk tîne, lê Yekîtiya Ewropa ji serdana Pûtîn nerazî ye.
Orban piştî ku serokatiya serdemê ya Yekîtiya Ewropayê dewrstand dest bi van serdanan kir û duyem serdana xwe bo Moskowê pêk anî.
Pûtîn jî dema destê Orban girt got ku ew weke nûnerê serdemê yê YEyê pêşwaziyê lê dike.
Berpirsê Bilind Pêwendiyên Derve û Polîtîkayên Ewlekariyê yê Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell, bertek nîşanî Serokwezîrê Macar da ku serdana Moskowê kiriye û got, ew nûnertiya Yekîtiya Ewropayê nake.
Borrell herwiha bibîr xist ku Pûtîn ji aliyê Dadgeha Cezayê ya Navdewletî ve hatiye mehkûmkirin û fermana girtina wî hatiye derxistin.
Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyen got, “Bi tawîzdanê Pûtîn nayê rawestandin. Rêya aştiya mayînde û dadwerane ya Ukraynayê tenê yekîtî û biryardarî dikare veke.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin