Erdogan û Pûtîn li Astanayê civiyan: Pûtîn bo Tirkiyê hate vexwendin
PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ku ji bo beşdariya Lûtkeya 24emîn a Rêxistina Hevkariya Şangayê li Astana ya Kazaxistanê bûn, hevdîtinek pêk anîn.
Erdogan, derbarê hevdîtinê de got, “Ev demek bû min bi dostê xwe yê hêja re hevdîtin nekiribû. Bi rêya dîplomasiya telefonê pêwendiyên me çêbûn. Lê hevalên me ti di nav têkiliyê de bûn. Wezîrên me pêwendiyên xwe her domandin.”
Di berdewamê de Erdgon diyar kir ku di warê santralên enerjiya atomî de ew dê gavên cidî bavêjin û hevdîtinên wezîrên Tirk û Rûs berdewan dikin.
Herwiha Erdogan ji Pûtîn re got, "Ji van pêwendiyên germ ên Rûsya-Tirkiyê wêdetir, dixwazim di dema herî zû de cenabê we li welatê xwe pêşwazî bikim.”
Pûtîn jî li ser vê vexwendinê got ku ew dê teqez serdana Tirkiyê bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin