Erdogan û Pûtîn civiyan: ‘Tirkiye rêgeheke ewle ya sewqîyata gazê ye’
PeyamaKurd – Di çarçoveya Lutkeya Rêxistina Hevkariya Şangay de ku li Semerkand a Ozbekistanê hat lidarxistin, Serokomarê Tirkiye Recep Tayyip Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn hevdîtinek pêkanîn.
Hat ragihandin ku di hevdîtina 40 xulekan dewam kiriye de, Pûtîn li ser mijara sewqîyata gaza rûsî bo cîhanê gotiye, “Tirkiye di veguhestina gaza Rûsî de, Ewropa jî di nav de bûye rêgeheke bi ewle. Herka Tirk bêpirsgirêk dixebite.”
Herwiha Pûtîn da xuyakirin ku kompaniyên rûsî dikarin hinardeyên xwe bi ser Tirkiyê de bikin û got: "Wê peymana bi Rubleyê dayîna ji sedî 25ê gaza siruştî ligel Tirkiyê bikeve pratîkê.”
Hêjayî gotinê ye, Amerîkayê çend roj berê nameyek ji kompaniyê Tirkiyê re şandibû ku pabendî dorpêçên li ser Rûsyayê hatine sepandin bibin û ligel wan pêwendiyên bazirganî nekin daku rûbirûyî cezayan nebin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin