Erdogan û Pûtîn civiyan: Me ji bo tunekirina terorîstan bi Tirkiyê re li hev kir!

27 August 2019 19:51 0 dîtin
Erdogan û Pûtîn civiyan: Me ji bo tunekirina terorîstan bi Tirkiyê re li hev kir!

PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan piştî hevdîtina îro ya li Moskowê derketin pêşberî rojnamevanan.

Pûtîn di axaftina xwe de bal kişand ser ku proseya Astanayê ji bo çareserkirina pirsgirêkên Sûriyê rêbaza herî baş e û got, “Divê ji yekparçeyiya Sûriyê re rêzdar bin û ji bo rewşa Idlibê tedbîr bên standin. Pêvajoya Astanayê ji bo çareserkirina pirsa Sûriyê platforma herî berhemdar e. Me bi Tirkiyê re li hev kir ku terorîstên Idlibê ji holê bên rakirin û tiştên pêwîst bên kirin.”

Erdogan bal kişand ser dorpêça ser leşkerên tirk li xala çavderiyê ya Morekê û diyar kir ku wî ji Pûtîn re gotiye, mafê wan ê bersivdanê heye û got, “Ji bo Idlibê divê em li gorî rûhê Astanayê tevbigerin. Heger êrîşên rejîma Sûriyê bidawî bibin, emê li Idlibê ewlekariyê dabîn bikin.”

Erdogan herwiha di civîna rojnamevanî de diyar kir ku wan bi Pûtîn re li ser herêma ewle ya bi Amerîkayê re rêkeftine jî axivîye û diyar kir, “Em li bendê ne rêxistina terorê ya li Minbicê wê derê biterikîne û ber bi Kobanî û rojhilat ve biçe û sozên Amerîkayê ji bo herêma ewle dane bicih werînin.”