Erdogan û Pûtîn civiyan: ‘Hevdîtin tim bê pirsgirêk derbas nabin!’

29 September 2021 17:56 0 dîtin
Erdogan û Pûtîn civiyan: ‘Hevdîtin tim bê pirsgirêk derbas nabin!’

PeyamaKurd – Hevdîtina Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan a di çarçoveya lutkeya Soçî ya Sûriyê de pêk hat.

Erdogan li Soçiyê ji aliyê Pûtîn ve hat pêşwazîkirin. Pûtîn derbarê hevdîtinê de got, "Hevdîtinên me yên ligel Erdogan her tim bê pirsgirêk derbas nabin. Lê belê saziyên me yên eleqedar rêya lihevhatinê dibînin.”

Pûtîn tevî eşkerekirina rêjeya bazirganiya her du welatan ku gihîştiye 6,5 milyar dolaran bal kişand ser pêwendiyên bo Libya û Sûriyê û got, “Hevkariya me ya li qada navdewletî bi awayekî serkeftî didome. Li vir qala helwesta me ya bo Libya û Sûriyê dikim.”

Erdogan jî behsa girîngiya avêtina pêngavên girîng ên ligel Rûsyayê bo Sûriyê kir û got, “Aştiya wê deverê girêdayî pêwendiyên Tirkiye û Rûsyayê ye. Di wê baweriyê de me ku wê gelekî sûda bihêzbûna pêwendiyên Tirkiye-Rûsyayê hebe.”