‘Hevdîtina bi Pûtîn re dawiya qûmarbaziya Erdogan e’
PeyamaKurd – Medya erebî li ser hevdîtina çaverêkirî ya 5ê Adarê li Moskowê di navbera Pûtîn û Erdogan de, nirxandinên balkêş dike û vê hevdîtinê wekî qûmarbaziya Erdogan a dawî li Idlibê şîrove dike.
Li gorî rojnameya El-Ereb dibêje: “Kremlînê daxwaza serokê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan pêk anî ku hevdîtinê bi serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re pêk bîne. Ev çend hefte ne ku Erdogan daxwaza wê hevdîtinê dikir da ku derbarê Idlibê de lihevhatinekê pêk bîne û hebûna komên tundrew li herêmê biçespîne, lê Rûsyayê ev tişt nedipejirand. Lewma diyar e ku hevdîtin dê bibe derfeta dawî ji bo Erdogan ku dest ji qumarbaziya xwe ya Idlibê berde, herwiha û dê serokê Tirkiyê ti destkeftan ji vê hevdîtinê negire.”
Herwiha medya erebî daxuyanî û raporên Neteweyên Yekbûyî jî bibîr dixe ku dibêjin, Tirkiye ji sûcên şer ên bi destê komên tundrewên girêdayî wê pêk tên berpirsyar e ku di sala 2019an de li bakurê Sûriyê kirine û yek ji wan tawanan jî kuştina siyasetmedara Kurd Hevrîn Xelef û ajokarê wê bû.
Mirajara ku Rûsya ji Erdogan li aliyekî dixwaze ku êrîşa li ser Idlibê rawestîne, li aliyê din jî hewldanên Erdogan ên bi rêya pêla koçberan ji welatên Ewropayê wergirtina tawîzan jî tê şîrovekirin û tê gotin, hewldanên Erdogan têk çûne, lewra Ewropa mijara koçberan û mijara piştgiriya dîplomatîk û leşkerî ji hev cuda dinirxîne.
Di nirxandinan de tê diyarkirin ku di hevdîtina Pûtîn-Erdogan de tê pêşbînîkirin, Rûsya helwesta xwe ya dawî li hember Enqereyê diyar bike, bi taybet jî derbarê hewldanên Tirkiyê yên ku dixwaze ji bo komên terorîst herêmekê li Idlibê çêbike.
Li gorî Rûsyayê çareserî tenê bi ji nû ve vegerandina erda Sûriyê, belavkirina komên çekdar û dest danîna ser çekên wan pêk tê.
Herwiha li gorî nirxandinên medyayî Rûsya dê li Moskowê hişyariya dawî bide Erdogan û jê re bêje ji derveyî rêkeftina Soçiyê ti lihevhatinên din çênabin û dê ev jî rewatiya êrîşên leşkerî yên Tirkiyê ji holê rake.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin