Erdogan û Pûtîn li ser ‘meseleyên dinyayê’ axivîn

07 October 2024 19:11 0 dîtin
Erdogan û Pûtîn li ser ‘meseleyên dinyayê’ axivîn

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Rûsyayê Vlidimîr Pûtîn, pêwendiyeke telefonî pêkanîn.

Serokatiya Ragihandina Serokomariya Tirkiyeyê derbarê axaftina Erdogan û Pûtîn de ragihand, herdu serokan pêwendiyên dualî yên Tirkiye-R^suyayê û mijarên gerdûnî nirxandine.

Hate diyarkirin ku Erdogan kêfxweşiya xwe ya bo pêşxistina têkiliyên ligel Rûsyayê anîye ziman û daye xuyakirin ku wê dîyaloga siyasî ya asta bilind berdewam bike.

Herwiha di daxuyaniyê de hate gotin, Erdogan daye zanîn ku ew ê di demên pêş de ligel Rûsyayê meseleyên herêmê û dinyayê bi giştî gotûbêj bikin.

Erdogan, di pêwendiya telefonê de herwiha rojbûna Pûtîn jî pîroz kir.