Pûtîn û Erdogan axivîn: Wê hevdîtina sandên Ukrayna û Rûsya li Stenbolê pêk were

27 March 2022 23:59 0 dîtin
Pûtîn û Erdogan axivîn: Wê hevdîtina sandên Ukrayna û Rûsya li Stenbolê pêk were

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn, îro Yekşemê pêwendiyeke telefonî pêk anîn û li ser li hev kirin ku di gera bê de şandên mizakereyan ên Ukrayna û Rûsyayê li bajarê Stenbolê bicivin.

Serokatiya Ragihandina Serokomariya Tirkiyê derbarê pêwendiya Erdogan û Pûtîn a telefonî de daxuyaniyek belav kir û eşkere kir ku rewşa dawî ya şerê Rûsya-Ukrayna û proseya mizakereyan hatiye gotûbêjkirin.

Li gorî daxuyanîyê Erdogan daxwaza demildest pêkanîna aştiya di navbera Ukrayna-Rûsyayê de aniye ziman û ligel balkişandina ser başkirina rewşa mirovî li herêmê, diyar kiriye ku Tirkiye wê her cûre piştevaniya xwe di vê pêvajoyê de bidomîne.

Herwiha hat ragihandin ku Erdogan û Pûtîn li ser lihev kirine ku gera bê ya mizakereyên şandên Ukrayna û Rûsyayê li Stenbolê were kirin.