Erdogan û Pûtîn li ser serê Ûkraynayê axivîn: ‘Banga agirbestê li Pûtîn kir!’

06 March 2022 17:22 0 dîtin
Erdogan û Pûtîn li ser serê Ûkraynayê axivîn: ‘Banga agirbestê li Pûtîn kir!’

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn, îro 6ê Adarê pêwendiyeke telefonî pêk anîn.

Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariya Tirkiyê ragihand ku di pêwendiya Erdogan û Pûtîn de, mijara êrîşa Rûsya ya ser Ûkraynayê hatiye gotûbêjkirin û Erdogan goti, ew amade ne ji bo çareseriyeke aştiyane her cûre alîkariyê bidin.

Herwiha hatiye gotin ku Erdogan ji Pûtîn banga agirbesta demildest kiriye.

Erdogan gotiye, ew Ûkrayna jî di nav de bi welatên din re di nav pêwendiyê de ne û dê hewldanên xwe yên bo serxistina muzakereyan berdewam bikin.

Li aliyê din medya rûsî jî derbarê pêwendiya Pûtîn û Erdogan de ragihandiye ku Pûtîn li ser banga agirbestê mercên xwe yên wekî; 'Divê Kîev (ûkrayna) hemî çalakiyên leşkerî rawestîne û daxwazên Rûsyayê bicih werîne' rêz kirine.