Pûtîn û Erdogan li ser serê Qerebaxê axivîn: Sandina çekdaran cihê metirsiyê ye!
PeyamaKurd - Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan îro 15ê Cotmehê bi pêwendiyeke telefonî şer û aloziya Qerebaxê ya navbera Ermenistan û Azerbaycanê û rewşa dawî ya Lîbyayê axivîn. Kremlînê ragihand ku Pûtîn li ser şandina çekdaran bo Qerebaxê nerazîbûn nîşan daye û weke metirsî binav kiriye.
Serokatiya Ragihandina Serokomariya Tirkiyê li ser pêwendiya telefonî ya Pûtîn-Erdogan ragihand, ligel peywendiyên dualî, behsa pêşhatên li Lîbya û şer û aloziya di navbera navbera Ermenistan û Azerbaycanê li herêma Nagorno-Karabaxê hatiye kirin.
Erdogan ji Pûtîn re gotiye ku Tirkiye dixwaze pirsa li herêma Nagorno-Karabaxê bigihije çareseriyeke mayînde û xwestiye li gorî statûya Tirkiyeyê di nava Koma Mînskê de û di çarçoveya têkiliyên dualî de pirsa Azerbaycan-Ermenistanê were çaresekirin.
Ofîsa Ragihandina Kermlînê jî li ser pêwendiya telefonî ragihand ku Putîn û Erdogan rewşa herêma Nagorno-Karabaxê bi berfirehî û hûrgilî gotûbêj kirine, pabendbûna agirbesta di navbera Ermenistan û Azerbaycanê bi girîngî dane zanîn.
Herwiha herdu alî ligel wê yekê bûne ku Grûba Minskê xebatên xwe yên ji bo çareserkirina aloziyên li herêma Nagorno-Karabaxê zêde bikin.
Putîn bal kişandiye ser ku beşdarbûna çekdarên Rojhilata Navîn di şerê li herêma Nagorno-Klarabaxê de cihê metirsiyê ye û gotiye, divê pirs demildest bi rêya diyalogê were çareserkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin