Erdogan û Mîrziyoyev li ser serê Îsraîl û Xezzeyê axivîn

09 November 2023 11:30 0 dîtin
Erdogan û Mîrziyoyev li ser serê Îsraîl û Xezzeyê axivîn

PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan di hevdîtina xwe ya bi Serokkomarê Ozbekistanê Şevket Mîrziyoyev re diyar kir, divê cîhan hîn zêdetir dengê xwe bilind bike û ji bo rawestandina êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezzeyê gavên bi bandor bên avêtin.

Serokatiya Daîreya Ragihandinê ya Serokomariya Tirkiyê derbarê hevdîtina Erdogan a ku ji bo 16emîn Lûtkeya Teşkîlata Hevkariya Aboriyê li Taşkenta paytextê Ozbekistanê bi Mîrziyoyev re hat cem hev, daxuyaniyek belav kir.

Hat diyarkirin ku di hevdîtinê de gavên ji bo pêşxistina hevkariya dualî ya di navbera Ozbekistan û Tirkiyeyê de bên avêtin, mijarên herêmî û cîhanî yên heyî, xala niha ya êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezzeyê û xebatên ji bo gihandina alîkariyên însanî ji bo sivîlan hatin nirxandin.

Herwiha hat diyarkirin ku Erdogan ji ber ku her sal qebareya bazirganiya navbera Tirkiye û Ozbekistanê zêde dibe kêfxweşiya xwe nîşan da û bal kişand ser girîngiya teşwîqkirina projeyên nû yên di hevkariya pîşesaziyê da ku di nav wan da enerjî, maden, xurek, tekstîl û sektorên din hene.