Di serê Xezzeyê de 100 leskerên Îsraîlî çavê xwe ji dest dan
PeyamaKurd - Medya Îsraîlê ragihandiye, bi sedema ku leşkerên îsraîlî dema şer berçavkên parastinê bikarneanîne 100 leşkeran çavên xwe ji dest dane.
Televizyona Kan a Îsraîlê îro 7ê Kanûnê ragihand, li Xezzeyê çavên 100 leşkerên Îsraîlî ji ber bikerneanîna berçavkên parêzer birîndar bûne û di navbera 10 heta 15% ya birîndaran, çavek an herdu çavên wan kor bûne.
Li gorî medya Îsraîlê hejmara leşkerên di şerê Xezzeyê de hatine kuştin jî gihîştiye 411 kesan ku di 24 saetên dawî de 10 leşkerên din ên îsraîlî hatine kuştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin