Leskerên Îsraîlî ji Korîdora Netzarimê ya li Xezzeyê vekisiyan

09 February 2025 18:02 0 dîtin
Leskerên Îsraîlî ji Korîdora Netzarimê ya li Xezzeyê vekisiyan

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku leşkerên Îsraîlê di çarçoveya peymana agirbestê de ji Korîdora Netzarimê ya li navenda Şerîda Xezzeyê vekişiyan.

Di daxuyaniya Hamasê ya îro Yekşemê 9ê Sibata 2025an de hat gotin, "Leşkerên Îsraîlê ji Korîdora Netzarimê ya li navenda Şerîda Xezzeyê vekişiyan."

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Hêzên Îsraîlî çeper û xalên xwe yên serbazî ji hev xistin, û tankên xwe bi temamî ji Korîdora Netzarim li ser rêya Selahedîn vekişandine, û rê didin otomobîlan bi serbestî di herdu aliyan de derbas bibin."

Li gorî nûçeya ÎHAyê, bi vekişîna hêzên Îsraîlê ji korîdora ku bakurê û başûrê Şerîda Xezzeyê ji hev vediqetîne, hêzên polîs ên bi pêşengiya Hamasê ji bo kontrolkirina derbasbûna Filistîniyan li herêmê hatin bicihkirin.

Çavkaniyeke ewlekarî ya Îsraîlê ku xwest navê wî neyê eşkerekirin piştrast kir ku artêşa Îsraîlê ji çeperên xwe yên li navenda Xezzeyê vekişiyaye.

Agirbesta Xezzeyê û peymana pevguhertina girtiyan di navbera Îsraîl û Hamasê de roja Yekşemê 19ê Çile ket meriyetê.