20 leskerên Îsraîlî red kirin vegerin serê li Serîda Xezzeyê
PeyamaKurd – Di nûçeya televizyona dewletê ya Îsraîlê KANê de hat diyarkirin ku nêzî 20 leşkerên di nava Tûgaya Piyade ya Îsraîlê de xwestine venegerin pevçûnên vê hefteyê yên li Xezzeyê.
Di nûçeyê de hat ragihandin ku nêzî 10 leşkeran di 27'ê Tebaxê de hişyarî dane ku ger razî nebin vegerin Şerîda Xezzeyê, ji ber redkirina fermana leşkerî wê bên darizandin. Hat diyarkirin ku hin leşkeran gotin ku piştî şerê 10 mehan li Xezzeyê êdî nikarin vegerin, lê ew amade ne ku karên din bikin.
Li gorî nûçeyê, berdevkê artêşê yê ku navê wî nehatiye eşkerekirin, derbarê mijarê de daxuyaniyek da û ragihand ku fermandarên di artêşê de hemû hewlên xwe didin ji bo piştgirî û alîkariya leşkeran ji bo berdewamkirina karên cuda yên operasyonê. Berdevk diyar kir ku wê li ser leşkeran cezayê girtîgehê jî tê de neyê birîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin