DAISê li Kerkûkê êrîsî ser xaleke artêsa Iraqê kir: Serê 4 leskerên Iraqê jêkirin

19 November 2022 16:59 0 dîtin
DAISê li Kerkûkê êrîsî ser xaleke artêsa Iraqê kir: Serê 4 leskerên Iraqê jêkirin

PeyamaKurd – Hejmarek çekdarên DAIŞê li Kerkûkê êrîşî ser xaleke artêşa Iraqê kirin û serê 4 leşkerên Iraqê jêkirin.

Li gor zanyariyan, îro Şemiyê 19ê Mijdara 2022yan, Rêveberê Nahiya Qerehencîr Avêsta Mihemed diyar kiriye, vê sibehê hejmarek çekdar li sînorê navbera Qerehencîr û Kerkûkê êrîşî ser xaleke artêşa Iraqê kirin û di encamê de çar leşker kuştin.

Herwiha di derbarê encamdana êrîşê de jî Rêveberê Nahiya Qerehencîr eşkere kiriye, lêkolîn li ser bûyerê tê kirin û pişt re wê encam werin ragihandin.

Zanyarî destnîşan dikin, çar leşkerên bi navên Fîras Kezûm, Amir Nasir, Ehmed Kazim Ebîs û Sefa piştî kuştina wan ji aliyê çekdaran ve serê wan hatine birîn.