Selahedîn | DAISê êrîsî xaleke piskinînê ya artêsa Iraqê kir
PeyamaKurd – Medyaya Iraqê diyar kir, do bi şev çekdarên DAIŞê li sînorê parêzgeha Selahedîn, êrîşî xaleke pişkinînê ya artêşa Iraqê kir.
Li gor hat ragihandin, şer û pevçûn di navbera artêşa Iraqê û çekdarên DAIŞê de rû daye û ji her du aliyan kuştî hene.
Zanyariyên destpêkê destnîşan dikin, di şer û pevçûnê de çekdarekî DAIŞê û 4 serbazên artêşa Iraqê hatine kuştin.
Çend meh in, çekdarên rêxistina DAIŞê li parêzgehên Iraqê û deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê êrîşên xwe li ser hêzên artêşê û welatiyên sivîl zêde kirine.
Heta niha bi dehan serbaz û welatî bûne qurbaniyên wan êrîşan, li deverên Kurdistanî jî, welatî daxwaz dikin ku hêzên Pêşmerge vegerin deverên wan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin