DAISê li Selahedînê êrîsî Hesda Seibî kir: 2 kustî, 3 birîndar

07 January 2024 11:57 0 dîtin
DAISê li Selahedînê êrîsî Hesda Seibî kir: 2 kustî, 3 birîndar

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku şeva borî çekdarên DAIŞê li navçeya Zerke ya li Rojhilatê parêzgeha Selahedîn a Iraqê, êrîşî hêzên Heşda Şeibî kir û 2 çekdarên Heşdî Şebî hatin kuştin, 3 jî birîndar bûn.

Desteya Heşda Şeibî bi daxuyaniyekê ragihand ku tabûra 2 ya lîwaya 22 ya Fermandariya Operasyonên Kerkûk û Rojhilatê Dicle li parêzgeha Selahedînê rastî êrîşê hatiye û çekdarên DAIŞê êrîşî xaleke wan li navçeya Zerke ya li rojhilatê parêzgeha Selahedîn kirine.

Hate eşkere kirin ku di êrîşa DAIŞê de 2 çekdarên Heşda Şeibî hatine kuştin û 3 çekdar jî birîndar bûne.