DAISê pistî êrîsa li Selahedînê li Nînowayê jî êrîsî Hesda Seibî kir

24 January 2021 15:13 0 dîtin
DAISê pistî êrîsa li Selahedînê li Nînowayê jî êrîsî Hesda Seibî kir

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku DAIŞê piştî êrîşên ser binkeyeke milîsên Heşdî Şeibî li Tikrîtê, li sînorê parêzgeha Nînowa jî êrîşî binkeyeke Heşda Şeibî kir.

Medya Iraqê ragihandiye ku îro danê sibehê DAIŞê êrîşî binkeya lîwayên 25 û 44 ên Heşdî Şeibî yên li navçeya Cezîre ya Hezer a Nînowa kirine, lê derbarê ziyanan de ti agahî nehatine parvekirin.

Herwiha çapemeniya Iraqê daye xuyakirin ku çekdarên DAIŞê avêtine ser mala fermandarekî hêzên ewlehiya Iraqê yê payeya wî Eqîd ê li gundê Sîniye ya bajarokê Becî  ya li bakurê parêzgeha Selahedînê û di encamê de kurekî wî fermandarî birîndar bûye.

Di êrîşa şeva borî ya DAIŞê bi ser lîwaya 22 ya milîsên Heşdî Şeibî yên li navçeya Eleysî ya bajarokê Dore ya li rojhilatê bajarê Tikrît a navenda parêzgeha Selahedînê, 11 çekdarên Heşda Şeibî hatibûn kuştin.