Iraq | Pistî êrîsa DAISê 170 malbatan malên xwe bar kirin

28 October 2021 20:21 0 dîtin
Iraq | Pistî êrîsa DAISê 170 malbatan malên xwe bar kirin

PeyamaKurd - Piştî êriîa şeva borî ya terorîstên DAIŞê xelkê bajarokê Mîqdadiye yê Iraqê bar dikin û berê xwe didin dever û bajarên din.

Şeva 26 vê mehê, çekdarên DAIŞê êrişî gundê Reşad yê bajarokê Mîqdadiye li parêzgeha Diyale ya Iraqê kirin, herî kêm 15 kes kuştin û gelek kes jî birîndar kirin.

Xelkê gundî şîe ne û ji eşîra Benî Temîm in. Piştî wê êrîşê çekdarên nenas êrîşî gundê Nehr Îmam jî kirin ku gundekî suniyan e û di wê êrîşê de jî herî kêm 15 kes hatin kuştin û birîndar bûn.

Piştî wan êrîşên dirinde, 170 malbatên devera Mîqdadiye ji tirsa tolhildanê bar kirine û koçberî bajarê Baqûbe û deverên din bûne.