Pistî êrîsa Silêmaniyê MIT, bi mustesarê Iraqê yê ewlehiyê re civiya
PeyamaKurd – Piştî êrîşa Tirkiyê ya bi dronan kiribû ser balafirgeha navdewletî ya Silêmaniyê, heyetekî bi serpereştiya cîgirê serokê MİTa Tirkiyê ya Mutlu Toka seredana Bexdayê kir û bi musteşarê ewlehiya Iraqê bi Qasim El Aracî re civiyaye. Li gor ragihandina baregeha musteşarê ewlehiya Iraqê, el-Araci, Mutlu Toka û heyeta pê re di maqamê xwe de qebûl kiriye.
Li gor ragihandina baregeha El-Araci; di hevdîtinê de li ser pêşdeçûnên ewlehiya herêmê, li ser ewlehiya navbera her dû welatan, çareseriya wan, ewlehiya sînor û nexşerêya wê axifîne.
Seredana Mutlu Toka ya Bexdayê ketiye piştî girtina seha hewayî ya Tirkiyê ji bo balafirgeha Silêmaniya Başûrê Kurdistanê. Di heman rojê de el-Araci bi endamê polîtburoya YNK ê Qubad Talabanî re li Bexdayê hevdîtin kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin