Hollanda: Em pistî êrîsa li ser Hewlêrê rewsa ewlehiya Iraqê ji nêz ve disopîn
PeyamaKurd – Li Hewlêrê, Serokwezîrê Hollandayê Mark Rutte, bi fermandarên leşkerî yên Hollandayê re, konferanseke vîdeoyî lidar xist. Di konferansê de, qala rewşa şerê li dijî DAIŞê û nexweşiya Koronayê kir.
Herwiha, Wezîra Berevaniyê ya Hollandayê Ank Bijleveld ji fermandarên leşkerî yên li Hewlêrê re da zanîn: "Bi rûbirûbûna DAIŞ'ê, hûn ji bo parastina Hollanda û Ewropayê karekî mezin dikin."
Ank Bijleveld destnîşan kir: "Hollanda, piştî êrîşa li ser Hewlêrê rewşa ewlehiya Iraqê ji nêz ve dişopîne."
Serokêwezîrê Hollandayê jî piştevaniya xwe ji bo mana şêwirmendên wan ên li Iraqê û Afganistanê tekez kir.
Hêjayî bibîrxistinê ye, nêzîkî 150 leşkerên Hollandî li Balafirxanêya Hewlêrê ya Navdewletî ne û bi hêzên ewlehiyê yên Kurdistanê û Amerîka re, baregeha leşkerî ya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê diparêzin.
Êrîşa roja 15ê Sibatê ya li ser Hewlêrê karvedaneke mezin a welatên cîhanê li dû xwe anî û li hemberî êrîşê, welatên Ewropa, Amerîka û welatên Ereb nerazîbûn nîşan dan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin