Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Yekîtiya Ewropa li ser êrîsa ser Hewlêrê û rewsa siyasî ya Iraqê axivîn
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Yekîtiya Ewropa (YE) Ville Varjola îro Sêşemê hevdîtinek pêk anîn û li ser êrîşa moşekî ya Îranê bi ser Hewlêrê de axivîn.
Di civîna ku Seroka Şanda Şêwirmendî ya Yekîtiya Ewropa Anne Meskanen ya li Iraqê jî tê de beşdarî kir de, pêşhatên dawî yên rewşa siyasî li Iraqê û gefên li pêşiya wê, êrîşa moşekan a ser Hewlêrê, xebatên pêkanîna hikumeta nû ya Iraqê, berhevî, rol û çalakiyên Yekîtiya Ewropayê yên di warên cuda da li Iraq û Herêma Kurdistanê, xebatên hevbeş, pirsa koç û koçberan û mafên mirov û azadiyan, rewşa şerê Ûkrayna û Rûsyayê bandor û verêja wî şerî li ser deverê hatin gotûbêj kirin.
Balyozê Yekîtiya Ewropa yê li Iraqê behsa kar û çalakiyên Yekîtiya Ewropayê û saziyên wê yên li Iraq û Herêma Kurdistanê û planên paşerojê kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin