Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Yekîtiya Ewropayê koça neyasayî gotûbêj kirin
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 11ê Cotmehê li Hewlêrê pêşwazî li Balyozê nû yê Yekîtiya Ewropa li Iraqê Thomas Siller û şanda pê re kir.
Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku di hevdîtinê de, Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiya destbikarbûnê li Siller weke Balyozê nû yê Yekîtiya Ewropayê li Iraqê kir û hêviya serkeftinê jê re xwest. Herwiha piştevaniya Herêma Kurdistanê ji bo kar û çalakiyên wî û hevahengiya ligel Yekîtiya Ewropayê nîşan da.
Balyozê Yekîtiya Ewropayê jî kêfxweşiya ya hevdîtina bi Serokê Herêma Kurdistanê re û karkirina li Iraqê nîşan da. Thomas Siller kurteyek derbarê planên xwe yên paşerojê li Iraq û Herêma Kurdistanê bi taybetî di warê aborî, aramî û mafên mirovan de pêşkêş kir.
Di civînê de, rewşa penaberan, mekanîzmayên rêgirtina li koça neyasayî û hin mijarên din jî hatin gotûbêjkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin