Serokwezîr Barzanî bi balyozê Yekîtiya Ewropayê re civiya

03 August 2023 18:25 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî bi balyozê Yekîtiya Ewropayê re civiya

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 3yê Tebaxê, li paytext Hewlêrê pêşwazî li Balyozê Yekîtiya Ewropayê yê li Iraqê Ville Varjola kir ku serdana xatirxwestinê kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî spaskirina alîkarî û piştevaniya Yekîtiya Ewropayê û Balyoz Varjola kir, bi taybetî ji bo hewl û karên wî yên ji bo pêşvebirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Yekîtiya Ewropayê di dema karê xwe de û hêviya serkeftinê di erkê wî yê de jê re xwest.

Balyozê Yekîtiya Ewropayê yê li Iraqê jî bal kişand ser alîkarî û hevahengiya berdewam û bihêz a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel balyozxane û şanderê şêwirmendê Yekîtiya Ewropayê yê li Iraq û Herêma Kurdistanê.