Serokwezîr Barzanî bi Balyozê Yekîtiya Ewropa re çaksaziyên hatine kirin guftûgo kir

03 September 2024 18:32 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî bi Balyozê Yekîtiya Ewropa re çaksaziyên hatine kirin guftûgo kir

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro Sêşemê pêşwaziya Balyozê Yekîtya Ewropayê li Iraqê Thomas Seiler kir.

Di hevdîtinê de, danûstandin li ser çaksaziyên Kabîneya Nehem a di warên darayî û sîstema bankî û rûbirûbûna gendelîyê di burokrasiyê de û rêgirtina pûçkirina çavkaniyên giştî hat kirin.

Di civîna ku Berpirsê Nivîsîngeha Yekîtiya Ewropayê li Hewlêrê Rado Botum jî amade bû de, her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser zêdetir bihêzkirina pêwendiyên dualî bi hev guhertin.

Herwiha guftûgo li ser çaksaziyên Kabîneya Nehem di warên darayî û sîstema bankî û berhingarbûna gendelî û burokrasiyê û rêgirtina li pûçkirina samanên giştî hate kirin.

Her du alî li ser girîngiya pêşxistina alîkarî û hevahengiya ji bo rûbirûbûna terorê hevnerîn bûn.