Fermandariya Hêzên Iraqê pistî êrîsa ser mala Kazimî li Bexdayê rewsa awarte ragihand

07 November 2021 12:25 0 dîtin
Fermandariya Hêzên Iraqê pistî êrîsa ser mala Kazimî li Bexdayê rewsa awarte ragihand

PeyamaKurd – Piştî êrîşa bi dronên bombekirî bi ser mala Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî de ku hewldana kuştina wî hat dayîn, fermandariya hêzên ewlekariya Iraqê rewşa awarte li Bexdayê ragihand.

Fermandariya hêzên Ewlekariyê di daxuyaniyekê de diyar kir ku rewşa awarte li Bexda hate ragihandin û ji bo her îhtimal û bûyereke nexwestî di amadebaşiyê de ne.

Şaneya Ragihandina Ewlekarî ya Iraqê jî ragihandiye ku rewşa tendirustiya Mistefa Kazimî baş e û di dema bombebaranê de ne li mala bûye.

Li gor daxuyaniya Şaneya Ragihandina Ewlekarîya Iraqê, di êrîşê de ji bilî ziyanên madî, ti ziyaneke canî çênebûye.

Bi 2 dronên bombekirî êrîşî mala Mistefa Kazimî kirin

Amerîkayê hewla terorkirina Kazimî şermezar kir û piştgiriya xwe ragihand

Nêçîrvan Barzanî: Hewla kuştina Kazimî protesto û şermezar dikim...