Sûdanî êrîsa Bexdayê sermezar kir: Wê hêzên Hevpeyman li Iraqê nemînin!

05 January 2024 18:57 0 dîtin
Sûdanî êrîsa Bexdayê sermezar kir: Wê hêzên Hevpeyman li Iraqê nemînin!

PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî, îro înê 5ê Çileyê, li Bexdayê beşdarî merasîma salvegera kuştina Qasim Suleymanî bû û êrîşa ser baregeha Heşda Şeibî ya ji aliyê hêzên Amerîkî ve doh hatibû kirin şermezar kir.

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Sûdanî got, “Em teqez dikin ku piştî bidawîhatina erkê wan, Hevpeyman wê li Iraqê nemînin… Êrîşa Hevpeymanan bi ser bingehên Heşda Şeibî de metirsîdar e”.

Sûdanî herwiha gotiye, “Hikûmeta Iraqê xwedî wê hêz û amadekariyê ku biryara guncav ji bo parastina serwerî û aramiya axa Iraqê bide.”

Serokwezîrê Iraqê daye xuyakirin, “Ti aliyek nikare destdirêjiyê li ser serweriya axa Iraqê bike û tenê hikûmet dikare qanûnê bisepîne”.

Hêjayî gotinê ye, Amerîkayê li ser êrîşên berdewam ên komên girêdayî Heşda Şeibî û Îranê doh 4ê Çileyê  bi dronekê bingeha Lîwaya 12ê ya Tevgera Nuceba ya girêdayî Heşda Şeibî li ser kolana Filistîn a Bexdayê kiribû armanc û 3 berpirsên wana kuştibûn. 6 jî birîndar bûbûn.