Serokwezîr Barzanî êrîsa balafirgeha Bexdayê sermezar kir

28 January 2022 23:41 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî êrîsa balafirgeha Bexdayê sermezar kir

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî êrîşa îro ya ser balafirgeha Bexdayê ya bi fuzeyan şermezar kir. Mesrûr Barzanî daxwuyaniya xwe di ser hesabê xwe yê medya civakî de kir. Barzanî êrîşên berê yên ser balafirgeha Hewlêrê bibîr xist û weha got:

“Di demên berê de, balafirgeha Hewlêrê di nav de, êrîşên hatin tekrarkirin, memleket, xelkên Iraqê û ewlehiya me ya hevpar tehdîd dikin. Ez bang li temamê serpereştên terefên siyasî dikim ku bûyerê şermezar bikin.”

Vê sibê siet di 04.30 an de 6 fuzeyan avêtin balafirgeha Bexdayê. Sîstema parastinê ya hewayî ya balafirgehê bersiva fuzeyan da. Zerar negihaye can lê xesara maddî çêbûye.