Êrîsa li nêzî Balafirgeha Navneteweyî ya Bexdayê tê lêkolînkirin

11 September 2024 12:01 0 dîtin
Êrîsa li nêzî Balafirgeha Navneteweyî ya Bexdayê tê lêkolînkirin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di êrîşa ku li Bexdayê hat kirin de 2 moşek li nêzî Balafirgeha Navneteweyî ya Bexdayê ketin.

Li gorî agahiyên di çapemeniya Iraqê de hatin girtin, Balafirgeha Navneteweyî ya Bexdayê bi moşekan hat hedefgirtin. Yekîneyeke ewlekarî ya li Bexdayê derbarê êrîşê de lêkolînê dike.

Di daxuyaniya ku îro (11.09.2024) ji aliyê Tora Ewlekariya Iraqê ve hatiye dayîn de, hatiye gotin ku ji ber êrîşê geştên esmanî yên firokexaneyê nehatine rawestandin.

Berdevkê Leşkerî yê Lîwayên Hizbullah a Iraqê Cefer Husên êrîşa mûşekî ya li ser Balafirgeha Navdewletî ya Bexdayê bi "gumanbar" bi nav kir.

Husên got, “Niha destek bi guman li pişt armanckirina Balafirxaneya Bexdayê heye û armanca wê astengkirina serdana Serokomarê Îranê ya Bexdayê ye. Em bang li hêzên ewlehiyê dikin ku kesên ku beşdar bûne eşkere bikin."

Ji aliyeke din ve jî jêderekî ewlekarî ji Şefeq Newsê re ragehand ku, êrîşa han navenda locistîkî ya balyozxaneya Amerîkayê ya li balefirgeha navnetewî ya Bexdayê kiriye armanc.

Li gorî çavkaniyê, heta niha cureya mûşeka ku li nêzîkî navenda lojîstîk a Balyozxaneya Amerîkayê ketiye, nehatiye diyarkirin. Moşeka din jî li herêmeke nêzî navenda saziya dije-terorê ket.

Jêderekî ewlekarî ji K24ê re ragihandiye, di saet 01:00an de, êrîşek li ser Balafirxaneya Bexdayê, li nêzîkî binkeya leşkerî ya Viktoriya ku leşkerên Amerîkî tê de ne, hat kirin.

Herwiha çavkaniyên ewlekarî yên li Bexdayê diyar kirin ku balafireke bêbalafirevan li cihekî nêzîkî Balyozxaneya Amerîkayê ya li Balafirgeha Navdewletî ya Bexdayê ketiye xwarê.