Fuzeyekî nêzî balafirgeha Bexdayê ket
PeyamaKurd- Li gor ragihandina tora medyayê ya hukumeta Iraqê fuzeyekî nêzî balafirgeha Bexdayê ketiye. Ragihandina medya hukumetê wehaye:
“Bi fuzê êrîş kirin ser balafirgeha Bexdayê. Hat tesbîtkirin ku fuze ji herêma bi navê Aran Hudayr hatiye avêtin ku dikeve başûrê Bexdayê.”
Di beyanê de hat ragihandin ku hêzên asayîşê bo girtina kesên ku tevgera terorê kirine bên girtin dest bi operasyonê kirine.
Heya niha rêxistin an kes bûyerê negirtine aliyê xwe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin