"Amerîka dikare di nêzîkkirina Hewlêr û Bexdayê de roleke girîng bilîze"
PeyamaKurd – Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Hêmin Hewramî ragihand ku Amerîka dikare roleke girîng di nêzîkkirina Hewlêr û Bexdayê de bilîze û got, Bexda hewl dide rê li ber pêşketina Kurdistanê bigire.
Doh Duşemê 10.02.2025ê Endamê Mekteba Siyasî ya PDKê Hewramî di panelekê de ku li Zanîngeha Amerîkî ya Washingtonê hat lidarxistin de axivî.
Hewramî amaje bi wê yekê jî kir, ku Amerîka dikare gelek kar ji bo sermayeguzariyê li Herêma Kurdistanê bike, Hewramî got, “Yek ji kêşeyên Kurdistanê ew e ku salane ji bo 80 hezar kesî kar peyda bike, lê ji ber pirsgirêkên li gel Bexdayê ev yek zehmet e. Ji bo afirandina vê jîngehê, divê em sektora taybet bi xurtî reform bikin. Ji ber vê yekê jî pêwîst e Amerîka zêdetir li Kurdistanê veberhênan bike.
Em di wê baweriyê de ne ku Amerîka dikare roleke gelek girîng di çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê de bilîze."
Hewramî got: “Em dixwazin Hewlêr û Bexdayê nêzîkî hev bikin da ku jêrxana Iraq û Herêma Kurdistanê baştir bibe.”
Her wiha Hewramî got, “Iraqê di nava 2 salan de 23 milyar dolar zirar dît ji ber ku 10 milyar dolar petrola Herêma Kurdistanê neda. Em dixwazin bi Iraq û Amerîkayê re têkiliyeke serkeftî ava bikin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin