Amerîka ji Hewlêr û Bexdayê re: Pirsgirêkan çareser bikin!
PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Matthew Miller di civîna çapemeniyê de bang li Hewlêr û Bexdayê kir ku pirsgirêka budçeyê çareser bikin.
Miller diyar kir, divê rayedarên Iraq û Herêma Kurdistanê nakokiyên di mijara budçeyê de ji bo berjewendiyên hemû gelên Iraqê çareser bikin.
Miller da zanîn, divê pirsgirêk li ser esasê makeqanûnê bên çareserkirin û got, wî heman bang li civîna Hevkariya Amerîka û Iraqê ya ku meha sibatê hat lidarxistin jî kiribû.
Tevî ku Herêma Kurdistanê pabendî rêkeftinên ku ligel hikûmeta Iraqê çêkiriye, lê belê hikûmeta Bexdayê bi wan rêkeftinan re nahêle.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî li gel Cîgirê Serokwezîr Kubad Talebanî sibe ligel şandeke pilebilind serdana Bexdayê dike û li ser çareserkirina pirsgirêkan ligel hikûmeta Iraqê gotûbêj dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin