Amerîka ji Bexdayê dixwaze ku li ser petrolê li gel Hewlêrê bixebite
PeyamaKurd – Şêwirmendê Asayîşa Neteweyî ya Amerîkayê Michael Waltz diyar kir ku bi rêya telefonê bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa El-Sudanî axiviye.
Şêwirmendê Asayişa Neteweyî daxwaz ji hikûmeta Iraqê kir ku li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê kar bikin ji bo çareserkirina pirsgirêka peymanên bipaşvexistî û peydakirina deynên şirketên enerjiyê yên Amerîkî.
Wî li ser hesabê xwe yê Xê got:
“Divê koordînasyonek veberhênanê ya ku dê bi pargîdaniyên Amerîkî re bixebite were damezrandin.”
Der barê hevdîtinê de ji Ofîsa Sûdanî jî daxuyaniyek hat dayîn.
Li gorî daxuyaniya Ofîsa Çapemeniyê ya Serokwezîrê Iraqê, Serokwezîr Mihemed Şîa El Sûdanî bi Waltz re bi telefonê axivî.
Di hevdîtinê de ku mijara betalkirina îmtiyazkirina gaza siruştî ya Iraqê ji Îranê ji Îranê bo berhemanîna elektrîkê ji aliyê rêveberiya Amerîkayê ve hat gotûbêjkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin