Balyozê Amerîkayê ji Bexdayê derket û li Hewlêrê bi cîh bû

28 September 2020 11:29 0 dîtin
Balyozê Amerîkayê ji Bexdayê derket û li Hewlêrê bi cîh bû

PeyamaKurd - Balyozê Amerîkayê yê Bexdayê, ji ber êrîşên mûşekî yên li ser Devera Keskê, Bexda di cih de hişt û li Balyozxaneya Amerîkayê ya Hewlêrê bi cîh bû. 

Li gor zanyariyan, ji ber êrîşên mûşekî yên berdewam ên li ser Devera Keskê têne kirin, Balyozê Amerîkayê Matthew Tueller Bexda bi cih hişt û niha li Balyozxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê ye.

Hin zanyarî diyar dikin, ku Amerîka wê bi tevayî Balyozxaneya xwe ya li Bexdayê bigre û li Hewlêrê bi cîh bibe. 

Rojnameya Washington Post belav kiriye, ku ji ber zêdebûna êrîşên li ser hêzên Amerîkayê, vê carê Washingtonê gefa girtina balyozxaneya xwe ya li Bexdayê dixwe û dibe ku dema girtina wê 90 roj bidome.

Herwiha rojnameya Washington Post ji zarê berpirsekî bilind ê ofîsa Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî eşkere kir, ku Kazimî bi rêya çend welatên Ewropayê, bi lobîkirina Amerîka ji vê biryara xwe vegere ve mijûl e. Lê tevî vekişîna Amerîkayê, sê welatên Ewropayê soza hiştina nûnerên xwe li Bexdayê dane.

Ev di demekê de ye, çend komên çekdar ên li Iraqê, li hêzên Amerîkayê gef dixwin.

Çend roj berê Berpirsê Ewlehiyê yê Ketaîbê Hîzbulllaha Iraqê Ebû Elî Eskerî di bersiva daxuyaniyeke Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo de ragihand: “Em ê pozê serbazên Amerîkayê li axa Iraqê biçeqînin.”

Herwiha li gor nûçeya çend dezgehên medyaya Erebî, 15 welatên din jî niyeta wan heye balyozxaneyên xwe ya li Iraqê bigrin.