Rojnameya Îsraîlî: Amerîka ji Bexdayê berê xwe dide Hewlêrê
PeyamaKurd – Rojnameya Îsraîlî Orşelîm Postê di raporteke xwe de dibêje, Amerîka dîplomasiya xwe ya li paytexta Iraqê Bexdayê wê veguhêze ser paytexta herêma Kurdistanê Hewlêrê.
Rojnameyê diyar kiriye, ji destpêka hilweşandina rejîma Beas a Iraqê ya sala 2003yan heta niha, ti leşkerekî Amerîkayê li herêma Kurdistanê nehatiye kuştin.
Herwiha tê destnîşankirin ku Amerîka konsolxaneya herî mezin a welatê xwe li Hewlêrê ava dike û Hewlêr û Washington pêwendiyên wan pir bihêz in û Amerîka wê dîplomasiya welatê xwe ya bihêz ji Bexdayê veguhêze Hewlêrê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin