Rojnameya Îsraîlî: Amerîka ji Încîrlîkê vedikise!

24 March 2018 12:12 0 dîtin
Rojnameya Îsraîlî: Amerîka ji Încîrlîkê vedikise!

Hat îddîakirin ku Amerîka baregehên xwe yên li Qeter û Tirkiyê vala dike. Malpera Îsraîlî ya bi navê Debkafile ragihand ku Amerîka baregeha xwe ya li Qeterê radike û dibe Su’ûdî ‘Erebîstanê. Baregeha Încîrlîkê jî dibe Ewrûpayê.

Li gorî ragihandina Debkafilê, Prensê Su’ûdî Muhemmed Bîn Selman li Washingtonê di 20ê Adarê de bi Serokê Amerîkayê Trump re civînek çêkir û di wê civînê de ev biryar hate standin.

Berî niha jî di navbera Su’ûdî û Qeterê de gengeşî derketibû û Tikiyê xwe da aliyê Qeterê û Amerîkayê jî xwe dabû aliyê Su’ûdiyê. Hat ragihandin ku ji hingî ve Amerîka niyet hebû ku baregehên xwe bar bike.