Wezîrê Îsraîlî: Amerîka hewla parçebûnê hîkûmetê dide!

05 March 2024 10:05 0 dîtin
Wezîrê Îsraîlî: Amerîka hewla parçebûnê hîkûmetê dide!
PeyamaKurd – Wezîra Maliyeyê ya rastgira tund a Îsraîlê Bezalel Smotrich îdia kir ku rêveberiya Washingtonê bi vexwendina Endamê Kabîneya Şer a Îsraîlê Benny Gantz ji bo Amerîkayê hewl dide hikûmetê parçe bike.

Wezîra Maliyeyê ya rastgirên tund ê Îsraîlê Bezalel Smotrich di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kir ku Gantz bi tena serê xwe çûye DYAyê û ev serdan bêyî erêkirina Serokwezîr Benjamin Netanyahu pêk hatiye.

Smotrich got, "Her kes dizane ku DYA hewl dide şerê li Xezzeyê rawestîne û dewleta Filistînê nas bike" û got, Gantz "xeleka qels" e.

Herwiha diyar kir ku wî li mala xwe pêşwaziya Serokê Filistînê Mahmûd Abbas kir û gelek caran piştgiriya xwe ya ji bo avakirina dewleta Filistînê anî ziman.

Smotrich bi tohmeta "DYA bi rêya Gantz hewl dide hikûmet û civaka Îsraîlê parçe bike" da zanîn ku Gantz ji bo berjewendiya rêveberiya Joe Biden dixebite û piştgiriyê dide plana wan a (DYA) ya avakirina dewleta Filistînê.

Smotrich bang li Gantz kir ku li ser axa Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê biryara hikûmet û parlementoya Îsraîlê ya redkirina avakirina dewleta Filistînê bi raya giştî ragihîne.