Rojnameya Wall Street Journalê: Dewletên ereb red kir ku Amerîka erd û ezmanê wan bo êrîseke li dijî Îranê bi kar bîne

11 October 2024 13:09 0 dîtin
Rojnameya Wall Street Journalê: Dewletên ereb red kir ku Amerîka erd û ezmanê wan bo êrîseke li dijî Îranê bi kar bîne

PeyamaKurd – Urdun, Qeter, Îmarat û Erebistana Siûdî hemû rêveberiya Amerîkayê agahdar kirine ku ew naxwazin Amerîka û Îsraîl binesaziya xwe ya leşkerî yan jî qada xwe ya hewayî ji bo operasyonên êrîşkar ên li dijî Îranê bikar bînin.

Rojnameya Wall Street Journalê, doh roja pêncşemê ji devê berpirsên ereb ragihand ku “Tehranê bi rêyên dîplomatîk ên veşartî gef xwar li welatên Kendavê yên dewlemendên petrolê û hevalbendên din ên Amerîkayê li Rojhilata Navîn dê bibin hedefa êrîşên wê, eger erd û esmanê wan bo êrîşan were bikaranîn.”

Li gorî zanyariyên rojnameyê, “Îsraîlê gefa tolhildana tund li Tehranê xwar, piştî ku Îranê di destpêka vê mehê de nêzîkî 180 mûşekên balîstîk ber bi Îsraîlê ve avêtin, ev yek bû sedem ku hin berpirsên Îsraîlî bixwazin ku êrîşên tolhildanê yên wêranker li dijî navendên  jêrxaneya petrolê li Tehranê bên kirin.”

Li hemberî vê rewşê, Îranê hişyarî da ku ew dê “bi êrîşên wêranker li ser binesaziya sivîlên Îsraîlî bersivê bide û dê tolê ji her welatekî ereb hilîne yên ku êrîşa li ser xaka wê  dê hêsan bikin.”

Rojnameyê bal kişand ser wê yekê ku “Di nav welatan de yên ku hişyarî wergirtine Urdun, Qeter, Îmarat, Keyaniya Erebistana Siûdî û ew welatên din hene yên ku artêşa Amerîkayê li ser axa wan bi cih bûye.”

Li gorî rayedaran, “Van welatan rêveberiya Biden agahdar kiriye ku ew naxwazin Amerîka û Îsraîl binesaziya xwe ya leşkerî û qada hewayî di operasyonên êrîşkar ên li dijî Îranê de bi kar bînin.”

Li gorî zanyariyan, “Ew metirsî heye ku Îran êrîşî binesaziya petrolê ya welatên Kendava Erebî û her wiha li ser navendên leşkerî û karmendên Amerîkî yên li herêmê bike.”

Doh, pêncşemê, berê sê berpirsên Amerîkî û Îsraîlî gotibû ku serokê Amerîkayê Joe Biden û serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu nêzîkê têgihîştina berferehiya bersiva Îsraîlê li dijî Îranê bûn.

Rayedaran ji ajansa amerîkî Axiosê re diyar kir ku “Rêvebiriya Biden qebûl dike fikra ku Îsraîl dê di demeke nêzîk de êrîşeke mezin li ser Îranê pêk bîne, lê ditirse ku ew êrîşa bi ser hin hedefan de bibe sedema gurbûna şerê herêmî.”

Karbidestekî payebilind ê îsraîlî got ku planên heyî hîn jî tundtir in  ji yên ku Qesra Spî dixwaze.

Li gorî rayedarên Îsraîlî, kabîneya ewlekariyê ya Îsraîlê, êvara pêncşemê ji bo wergirtina agahdariyekê li ser planên êrîşa li ser Îranê û lihevhatina bi rêveberiya Biden re civiya û dibe ku kabîneya ewlekariyê ya piçûk destûrê bide Netanyahu û wezîrê parastinê Yoav Galant ku demekê diyar bikin ji bo êrîşa ku tê pêşbînkirin.

Karbidestên amerîkî û îsraîlî got ku şêwirên di asta xebatê de di navbera Amerîka û Îsraîlê de derbarê bersivdana Îranê roja pêncşemê berdewam bûn û dê di rojên pêş de jî berdewam bin.

îhtîmal e ku Yoav Galant di destpêka hefteya bê de biçe Washingtonê da ku gotûbêjan bi şêwirmendê ewlehiya Neteweyî ya Qesra Spî Jake Sullivan û wezîrê parastinê yê Amerîkayê Lloyd Austin re bidomîne.