Wall Street Journal: Sîrketên navdewletî ji Çîne direvin
PeyamaKurd- Rojnama Amerîkayê WSJ radigihîne ku şîrketên rojavayî dest pêkirine û ji Çînê dertên. Rojname weka mînak şîrketa herî mezin ya Fransayê Carrefourê nîşan dide û dibêje ku reqabeta bi şîrketên Çînê re gelek zahmet bûye û yek ji wan şîrketên rojavaye ku biryar daye ji Çînê vekişe an xwe biçûk bike.
Li gor nûçeya rojnamê; berê bazara Çînê bo rojavayiyan gelek cazîb bû lê niha di reqabeta bi şîrketên Çînê re zor gihaye wan û hem karê burokrasiya Çînê bo wan astengiyeka mezine. Di nava şîrketên ku dixwazin ji Çînê vekişin an stratejiya xwe biguhêrin, şîrketên weka McDonald's, Hewlett Packard û Uber jî hene.
Şîrketên biyanî yên ku di Çînê de zahmetî dibînin, pirsgirêkên wan ew in ku di belavkirin û teslîmkirinê de qelsin lê şîrketên Çînê van torên xwe xurt kirine. Şîrketa mezin ya Amerîkayê Walmart û şîrketên weka wê bi şîrketên Çînê yên e-tîcaretê re hevkarî dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin