Wall Street: Amerîka wê dorpêçê li Tirkiyê berfirehtir bike!
PeyamaKurd- Rojnameya Amerîkî îdda kir ku ji ber ku Keşe Brunson li Tirkiyê hê jî girtî ye, Amerîka wê dorpêçê li Tirkiyê berfirehtir bike. Wall Streetê îddayên xwe isnadî agahiyên erkdarên Amerîkayê kirin û got ku duh di hevdîtinan de qeyran nehatiye çareserkirin. Ji ber vê jî dibe ku dorpêç berfirehtir bibe.
Erkdarê Amerîkî yê ku ji Wall Street Journalê re axivî wiha dewam kir: “Ji ber ku Amerîkayê ji bo berdana Keşe Brunson xerentî ji Tirkiyê nestand, pirsgirêk çareser nebû û heye ku Serokê Amerîkayê Donald Trump gavên mezintir bavêje û cezayê Tirkiyê zêdetir bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin