Amerîka dorpêçê danî ser 40 rêxistinan ku 2 ji wan li Tirkiyê ne
PeyamaKurd – Wezareta bazirganiyê ya Amerîkayê 40 rêxistinan xist nav lîsta reş ku 2 ji wan li Tirkiyê ne. Rêxistin an şîrketên ku dorpêç danîye ser wan li Çîn, Gurcistan, Malezya û Tirkiyê ne. Şîrketên bi navên Gensis û Vangurd ku li Tirkiyê ne, bi sedema ku berhemên hildiberînin rê didin wan ji bo bernameyên leşkerî yên Îranê an hewl didin ku bidin wan, xistine lîsta dorpêçê.
Wezaret bi sedema ku ‘Çîn zorê dide Ûygûran’ û hinek şîrket alîkariya artêşa Çînê dikin, bendên di derbarê îxracatê de danî pêşiya wan.
Şîrketên xistiye lîsta reş 34 ji wan li Çînê, 3 ji wan li Gurcistanê, 2 ji wan li Tirkiyê û 3 yên dinan li ciyekî zêdetir qeydkirîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin