Amerîka dorpêçên nuh danî ser Îranê û Hamasê

28 October 2023 18:13 0 dîtin
Amerîka dorpêçên nuh danî ser Îranê û Hamasê

PeyamaKurd – Wezareta xezînê ya Amerîkayê ragihand ku dorpêçên nûh daniye ser Îranê û Hamasê. Dorpêç, ji ber finansmana Hamasê bibire, danî ser kes û dezgeyên pêwendîdar.

Di nava kesên ketine lîsta dorpêçê, bi lojîstîk, malî û operasyonel destekê didin Hamasê. Yek ji wan ew kese ku nûnerê Hamasê yê li Îranê ye û di nav wan de kesên ji artêşa Îranê hene. Wezareta xezînê ya Amerîkayê weha got:

“Dorpêçên ku me îro ragihand, me bi wan dorpêçan erkên xwe yên têkoşîna bi terorê re bikaranî û xwest bi wan dorpêçan ber li fînansa rêxistina terorê ya Hamasê bigrin û tora wan ya fînansê têk bibin.”

Di nav wan kesan de Xalid Qaddûmî heye ku nûnerê Hamasê ye û têkiliyan Hamasê bi Îranê re datîne. Ali Morshed Shirazi û Mostafa Mohammad Khani ku ji artêşa Îranê ne, perwerdê didin endamên Hamasê û hêzên wan yên leşkerî. Di nav dorpêçan de weqfa şehîdan ya bi navê Bonyad Shahid heye.

Amerîka dibêje ku têkiliya weqfê bi rêxistina Cîhad a Îslamî heye û ji bo malbatên rêxistinê di rêya rêxistina li Xezzayê ya bi navê Al-Ansarê bi milyon dolar pere daye malbatên mîlîtanan.