Amerîka ji ber dorpêçên ser Îranê dorpêçê danî ser karsazê Turk

09 December 2022 02:12 0 dîtin
Amerîka ji ber dorpêçên ser Îranê dorpêçê danî ser karsazê Turk

PeyamaKurd – Wezareta xezînê ya Amerîkayê ji ber karsazê Turk yê bi navê Sıtkı Ayan û şîrketên wî li ser navê artêşa Îranê firotina petrolê û neqliya wan dike, wî xist lîsta reş ya dorpêçan. Ayan û şîrketên wî dorpêçên Amerîkayê yên ser Îranê îhlal kiriye. Amerîka karsazê Turk ji ber îhlala peymanên navdewletî kiriye, neqliyên petrola Îranê organize kiriye, li ser navê Hêza Qudsê ya artêşa Îranê jêdera petrolê veşartiye û kiriye ku artêşa Îranê pere qezenc bike, wî sûcdar dike.

Di daxwuyaniya wezareta xezînê ya Amerîkayê de, ji bo firotina petrolê ya Îranê ji bo Çînê, hinek welatên Asya dûr, Îmarat û ji Awrûpayê muşteriyan dîtiye û bi sed milyon dolaran peymanan îmze kiriye tê sûcdarkirin.

Ayan, di rêya tora şîrketên xwe de, petrola Îranê firotiye, neqliya wan temîn kiriye, bi şîrketên bi navên Behnam Şehriyari û Rustem Kasimi re ku di asta bilind de di nav lîsta dorpêçên Amerîkayê de ne, ji ber karên kiriye, wî xistine nav lîstê.

20 şîrket ketine nav lîsta dorpêçan ya Amerîkayê ku di nav wan de kurê Ayan, Bahaddin Ayan, ortaxê wî Kasım Öztaş û 2 hemwelatiyên Tirkiyê hene. Şîrketa Ayan ya bi navê ASB Şirketler Grubu ya Cebelîtarikê, 20 şîrket û keştiyekî di nav lîstê de cîh girtin. ASB, li Tirkiyê, Kıbrıs, Hindistan û giravên Marshalê gelek şîrketan di bin navên wê de hene.

Amerîkayê heyiyên wan yên li Amerîkayê desteser kiriye û kes an şîrketên biwan re pêwebdîdar dixe nav lîstê û divê bi hemanşîrkten are hevkariyê nekin da nekevin nav lîsta dorpêçan.