Wall Street: Amerîka dê berdewamiyê bide karê xwe yê bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk

18 March 2019 15:53 0 dîtin
Wall Street: Amerîka dê berdewamiyê bide karê xwe yê bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk

PeyamaKurd -  Rojnameya “Wall Street” a  Amerîkî bi zimanê hejmarek berpirsên Amerîkî veguhast ku, Amerîka niha kar li ser vekişandina hezar leşkerên xwe ji Sûriyê dike û dixwaze hezar leşkerên mayî jî li wî welatî bihêle.

Li gor hatiye belavkirin, tevî nerazîbûna Tirkiyê li ser wê hevkariyê jî, lê Amerîka dê berdewamiyê bide karê xwe yê bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re.

Heman rojnameyê ragehand, danûstandinên Amerîka bi Tikiyê re ji bo avakirina herêma ewle li bakurê Sûriyê têk çû, ew jî planeke  Serokê Amerîka bû ji bo vekişandina ji Sûriyê.

Di çarçova Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de û nêzîkî 2 hezar leşkerên Amerîkî li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ne.

Serokê Amerîka Donald Trump biryara vekişandina hêzên Amerîkî ji Sûriyê dabû, lê piştre got, ewê 400 leşkerên xwe bihêlin.