Amerîkayê ji Hewlêr û Bexdayê ji bo budçe û petrolê daxwazek kir…
PeyamaKurd - Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Matthew Miller di demeke ku şandeke Kurdistanê ji bo çareserkirina pirsa budçe û yasaya petrolê car din serdana Bexdayê de, daxwaz ji herdu aliyan kir ku li ser berjewendiyên hevbeş li hev bikin.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Matthew Miller ragihand, ew wek Amerîka Hewlêr û Bexdayê han didin ku di zûtirîn demê de li ser berjewendiyên hevbeş li hev bikin û yasaya petrolê derxin.
Matthew Miller got: “Em careke din ji Bexda û Hewlêrê dixwazin li ser binemayê berjewendiyên hevbeş li hev bikin. Em bi berdewamî her du aliyan han didin ku çareseriyeke baş bibînin û rêzê li beşdariya kompaniyên Amerîkayê yên sektora enerjiyê bigirin.”
Miller destnîşan kir ku ew dixwazin lihevkirina Hewlêr û Bexdayê jî di berjewendiya tevahiya welatiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê de be.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin