Hewlêr û Bexdayê li ser nirxê lêçûna bermîla petrolê li hev kir

28 January 2024 18:00 0 dîtin
Hewlêr û Bexdayê li ser nirxê lêçûna bermîla petrolê li hev kir

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî ya Iraqê li ser nirxê berhemanîna her bermîlek petrolê li hev kir.

Hate diyarkirin ku Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser 20.6 dolaran ji bo lêçûna berhemanîna her bermîlek petrolê lihev kiriye.

Li aliyê din hevdîtinên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê ya li ser diyarkirina nirxê veguhestina petrolê jî berdewam dikin.

Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên çend berê eşkere kiribû ku Hewlêr û Bexdayê rêkeftineke nû derbarê pirsa petrolê û kêşeyên hilawistî yên di navbera xwe de de îmze kirine ku destpêkirina hinartina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya Bendera Ceyhanê ya Tirkiyê jî tê de cî digire.

Hêjayî gotinê ye, ji 25ê Adara 2023an bi biryara Dadgeha Tehkîmê ya Parîsê re hinardekirina petrola Kurdistanê bi rêya bendera Ceyhanê ya Tirkiyê hatiye rawestandin.