Hewlêr û Bexdayê li ser sandina petrolê li hev kir: Tîma teknîkî ya hevbes hate avakirin

23 February 2025 13:29 0 dîtin
Hewlêr û Bexdayê li ser sandina petrolê li hev kir: Tîma teknîkî ya hevbes hate avakirin

PeyamaKurd - Şanda danûstandinan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, wan bi Wezareta Petrola Iraqê re li ser hinarderkirina petrola Kurdistanê lihev kir.

Şanda danûstandinan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, îro 23yê Sibatê piştî pêwendî û hevahengiya di navbera Wezareta Petrolê ya Iraqê û Wezareta Samanên Sirûîştî ya Herêma Kurdistanê de, rêkeftin hat kirin ku li gorî rêjeya berdest, hinardekirina petrola ji nû ve dest pê bike.

Şanda danûstandinkar a Hikûmeta Herêma Kurdistanê da zanîn, tîmeke teknîkî ya hevbeş ji bo kontrolkirina boriyên hinardekirina petrola Kurdistanê di navbera her du aliyan de hatiye avakirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Di vî warî de em soza bicihanîna bendên Yasaya Budçeya Giştî ya Federal tekez dikin.”

Wezareta Petrolê ya Iraqê doh Şemiyê ragihandibû, hemû rêkarên ji bo dubare hinardekirina petrola Kurdistanê bi rêya Bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê temam bûne.

Reutersê jî li ser zarê 8 jêderên cuda belav kiribû, rêveberiya Donald Trump hişyarî daye Iraqê ku di zûtirîn demê de dest bi hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bike.

Hêjayî gotinê ye, nêzîkî 2 salan e hinardekirina petrola Kurdistanê hatiye rawestandin û bûye sedema ziyana 26 milyar dolaran ji bo aboriya Iraq û Kurdistanê û nehevsengiya bazara cîhanî ya enerjiyê.