"Me ji Amerîkayê xwest di têkiliyên Hewlêr û Bexdayê de rola xwe bilîze"

30 November 2023 13:05 0 dîtin
"Me ji Amerîkayê xwest di têkiliyên Hewlêr û Bexdayê de rola xwe bilîze"

PeyamaKurd – Wezîrê Avadankirin û Niştecihbûnê yê Herêma Kurdistanê Dana Ebdulkerîm di konferanseke taybet a li Washingtonê de ragihand, ew dixwazin Amerîka di pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê de rola xwe bilîze.

Di daxuyaniya xwe de Dana Ebdulkerîm diyar kir, di dema beşdarbûna xwe ya di konferansê de gelek pêwendî û zanyariyên ku di pêşerojê de sûdê ji Herêma Kurdistanê re bike, bi hev re pevguhertin.

Ebdulkerîm eşkere kir, di çarçoveya serdanê de bi rayedarên Wezareta Derve ya Amerîkayê re hevdîtin pêk anîne û behsa pêwendiyên di navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de kirine û got, me daxwaz ji Amerîkayê kir ku di têkiliyên di navbera Hewlêr-Bexdayê de rola xwe bilîze."

Ebdulkerîm amaje bi wê yekê jî kir ku wan daxwaz ji Wezareta Derve ya Amerîkayê kirine, pêwendiyê bi Hikûmeta Iraqê re bike, bi taybet derbarê cîbicîkirina yasaya budçeya giştî de, Ebdulkerîm got, "Hikûmeta Iraqê heta niha yasaya budçeyê cîbicî nekiriye, lewma hincetên cuda dibîne."

Wezîr Ebdulkerîm eşkere kir, Wezareta Derve ya Amerîkayê dê berdewam be li ser handana Hikûmeta Iraqê ji bo cîbicîkirina yasaya bûdceyê.