Serok Barzanî bi sanda Amerîkî re têkiliyên Hewlêr-Bexdayê gotûbêj kir
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, li Selahedîn bi şandeke bilind a Amerîkî ya ji Alîkara Wezîrê Derve yê Amerîkayê Barbara Leaf, Balyoza Amerîkayê ya li Iraqê Alina Romanowski û Konsulê Giştî yê Amerîkayê yê li Hewlêrê Irvin Hicks re civiya.
Hat ragihandin ku di hevdîtinê de, derbarê rewşa giştî ya Iraqê û navçeyê danûstandina fikr û ramanan hat kirin û ronahî xistin ser pêwendiyên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê.
Di civînê de, herdu aliyan destnîşan kir ku pêwîste rêkeftina navbera aliyên siyasî ya Iraqê were bicihanîn û pêngavên Hikûmeta Iraqê jî yên di vê derbarê de jî erênî hat nirxandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin